Rûspiyên Şedadê: Rûsyayê rê li pêşiya êrîşên dewleta Tirk vekir

Li dijî êrîşên li ser herêmê, taybet ên li ser Eyn Îsayê ku rojên dawî zêde bûne, şêniyên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve, bi hêrs in û xwedî bertekan nîşan didin. Rûspiyên Şedadê destnîşan kirin ku êrişên li ser navçeya Eyn Îsa bi destûra Rûsyaya qaşo Rûsya a garantor pêk tên û teqez kirin ku ew li pişta şervanên QSD`ê ne.

Ev demek e li ser navçeya Eyn Îsa û derdora wê êrîşên dijwar hene.

Tevî peymana agirbestê jî, dewleta Tirk li pêş çavên Rûsyaya garantor, van êrîş û hemû sûcan pêk tîne.

Rûspiyê eşîra El-Sade El-Muşahîde , Elî El-Xidêr da zanîn “Eyn Îsa parçeyekî nayê qutkirin ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û ew ê ji dagirkeran wê biparêzin.”

Herêm herêma me ye, me ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û qebûl nakin ku Tirkiye were wê dagir bike yan jî Rûsya veşartî lihevkirinan li ser xwîna şehîdên me çêbike.

Em hemû bi zarokên xwe yên QSD’ê û eşîran em ê Eyn Îsayê û hemû deverên Sûriyê biparêzin.

Em rê nadin ti dewletê ku axa me dagir bike. Em hemû destek in an mrin an serkeftin.

Her wiha Berdevkê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî El-Nicûm  diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo êrîşî navçeya Eyn Îsayê bikin, destûr ji Rûsyaya garantor girtiye.

Em vê êrîşa hovane ya dewletaTirk li ser Eyn Îsayê şermezar dikin. Hêzên Rûsî jî ku bi rol û erka xwe ya li hember van êrîşan ranebû, em bi tundî şermezar dikin.

Banga me ji hemû sazî û civaka navnetewî re ku bi lez destwerdanê bikin û xelkê me yê Eyn Îsayê ji van êrîşan biparêzin.

Eyn Îsa heta niha bi bin neketiye. Hemû şerêragihandinê û yê taybet e.

Tevî bêdengiya tevahî cîhanê, QSD’ê bi her awayî li dijî van êrîşên dijwar li ber xwe dide û di çarçoveya mafê parastina rewa de axa xwe ji dagirkeran diparêze.

Back to top button