YEKÎTIYA EWROPA KIRINÊN LI TIRKIYÊ ŞERMEZAR DIKE

Binpêkirinên qanûnî yên ku li Tirkiyê tên kirin, ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve hat şermezarkirin.

Li aliyekî din jî, hinek rêxistinên mafnas ji desthilatdariya Tirk xwestin ku dawî li rêbazên xwe yên tund ku li hemberî çalakgeran tên bikaranîn, bîne.

Rêxistinên mafnas ên herêmî û navnetewî gotin divê Tirkiye binpêkirinên qanûnî li hember çalakgeran bi dawî bike.

Her wiha hilweşîna qanûnê li dewleta Tirk a dagirker ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve hate şermezarkirin.

Ji şermezarkirinê zêdetir hin rayedarên Ewropî xwestin ku danûstandinên tevlîkirina Enqerê nava bloka Ewropî were rawestandin û betalkirin.

Di vê der barê de Rêxistina Efû ya Navnetewî, Rêxistina Rojnamvanên Sînornenas û 8 rêxistinên Tirk ên têkildarî mafên mirovan peymaeke hevbeş weşandin.

Di peyamê de wiha hat gotin:

“Divê pêngava qirkirin û tawanbarkirina saziyên civaka sivîl were rawestandin.”

Têkildarî mijarê, Bîroya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî got, ji derbeya 2016’an û heya niha 160 hezar kes hatine binçavkirin.

160 hezar jî ji kar hatin avêtin û 50 hezarên din jî bi bihaneya lêpirsînê di zîndanan de ne.

Her wiha peyama hevbeş dest nîşan kir ku serokê dewleta Tirk a dagirker bêtirî 20 fermanên ragihandina rewşa awarte daye.

Dîsa, bikaranîna polîsên leşkerî û hêzên ewlekariyê tundî û êşkencekirina girtiyan di girtîgehan de, di rapora Neteweyên Yekbûyî de hatiye belgekirin.

Di raporê de hatiye ziman ku hêzên ewlekariyê lêdana tund, destdirêjiya cinsî, festisandina di avê de û lêdana bi elektrîkê bi kar anîne.

Leave a Reply

Back to top button