Li Başûrê Yemenê 10 sekvanên Hûsî hatin kuştin

Hêzên hevbeş li peravên rojavayê Yemenê ragihand, 10 sekvanên Hûsî di çend hefteyên borî de, hatin kuştin.

Dema dawî, hêzên Hûsî, nifşeke nû ji sekvanan li navçeya El-Tehtiya ya başûrê Hudeydayê bi cih kir.

Ragihandina leşkerî ya hêzên hevbeş diyar kir ku yekîneya dij-sekvanan, dîmenên kuştina 10 sekvanan belav kirin.

Girêdayî heman mijarê, duh hin çekdarên Hûsî li başûrê parêzgeha Hudeydayê, hewl da derbasî herêmên di bin kontrola hêzên hevbeş bibin, lê hêzan ew bi paş de vegerandin û gelek ji wan hatin kuştin û birîndrkirin.

Berya çend rojan, di çarçoveya peymana dawîanîna li şer a di navbera artêş û hêzên Meclisa Veguhêz de, hikumeteke nû li Yemenê hatibû ragihandin.

Back to top button