Israîl..hilbijartinên pêşwext meha Adarê tên lidarxistin

Îro serê sibehê, Meclisa Qanûnsaz a Israîlê (Kinîsit), ji ber nelihevkirina li ser budceya dewletê, xwe hilweşand.

Di civîna meclisê de, 23 Adara 2021, roja lidarxistina hilbijartinên pêşwext, hat destnîşankirin.

Li gorî daxuyaniya Kinîsitê, budceya dewletê nehat pêşkêşkirin û ji ber vê yekê, li gorî qanûnê, divê Kinîsit were hilweşandin.

Dema ji bo pêşkêşkirina budceya Israîlê hatibû destnîşankirin, şeva borî bi dawî bû.

Ev hilbijartin jî, çaremîn hilbijartinên Kinîsitê di nava 2 salan de ye, ku ya dawî Adara borî pêk hatibû.

Back to top button