OHD: Girtina Leyla Guven cezakirina azadî û mafên bingehîn e

Piştî girtina Leyla Guven, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz nerazîbûna xwe nîşan da û piştgiriya têkoşîna gel û jinên Kurd kir. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî da zanîn ku girtina Guven ne rewa ye û li dijî aştî û demokrasiyê ye. Li Almanyayê jî Aktîvîstê Kurd Mistefa Tûzak hat girtin.

Piştî girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku bû sembola berxwdana greva birçîbûnê ya 2019’an, li hemberî girtina wê dengê nerzîbûnan bilind bûye.

Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) li ber dîlgirtina Guven rabû û piştgiriya xwe bi gel û jinên Kurd re anî ziman.

OHD’ê bibîrxistin ku di rûniştina dozê de mafê parastinê nedane parêzerên Leyla Guven û destnîşan kir ku biryar ne hiqûqî ye, lê belê amûrek ji bo cezakirina azadî û mafên bingehîn e.

OHD: Em ê piştgiriya têkoşîna gel û jinên Kurd bikin

OHD’ê da zanîn ku bi destê dewletê hewl tê dayin ku KCD bêbandor bikin lê belê tevî van zext û zordariyan jî KCD’ê karê xwe dewam kiriye.

Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê ragihand ku ew ê li dijî operasyonên qirkirina siyasî her tim bi gel û jinên Kurd re bin, bi têkoşîna wan re bin.

Sezaî Temellî: Girtina Guven ne rewa ye û li dijî demokrasiyê ye

Her wiha Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî li ser girtina Leyla Guven wiha got:

“AKP bi refleksa têkçûnê êrîş dike, her tiştên saziyên demokratîk xera kiriye.

Ev zîhniyeta ku KCD’ê weke saziyeke sûc dibîne, hevseroka wê jî weke sûcdar dibîne li dijî aştî û demokrasiyê ye.

Kirin û biryarên bi destê dadgeriya xwe pêk tîne, nerewa ne.”

Temellî bal kişand ser nêzîkatiya AKP-MHP’ê ya tekperest, cihêkar û nijadperest a li pirsgirêkan û wiha got:

Sîstemek zordar e, ev sîstem tunebûnê li cihêrengiyan ferz dike ku berdevkê wê jî Devlet Bahçelî ye.

Gotinên Bahçelî ne tenê yên Bahçelî ne. Ya rast Bahçelî dengê wê dewletê ye ku bêaqil bûye.

Divê ev yek bê dîtin. Ev dewlet bêaqil bûye. Rasyonalîteya xwe winda kiriye.”

Aktîvîstê Kurd Mistefa Tûzak hat girtin

Li aliyekî dewleta Tirk Leyla Guven, Elmanyayê jî Tûzak girtin.

Aktîvîstê Kurd Mustafa Tûzak ê ku sala 2019’an ketibû grevê de, ji aliyê Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Munchenê ve bi hinceta endamê rêxistinê ye hate girtin.

Her wiha Dozgeriyê tevlîbûna Tûzak ji çalakiyên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdan weke ‘sûc’ nîşan da.

Back to top button