DMME: Divê demildest Demîrtaş were berdan

Duh Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Biryar da ku divê Seahedîn Demîrtaş demildest were berdan.
Selahedîn Demîrtaş jî diyar kir ku careke din bi vê biryarê derket holê ku li Tirkiyê bi navê dadweriyê tiştek nemaye û hemû biryar siyasî ne.

Li Tirkiye bi navê edalet, hiqûqê tiştek nemaye.

Ev yek bi biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê Selahedîn Demîrtaş de jî careke din derket holê.

Duh Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê-DMME’ê biryara xwe ya derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahedîn Demîrtaş de kê ji sala 2016’an de li Tirkiyê dîl girtiye, ragihand.

Dadgehê biryar da ku Demîrtaş demildest bê berdan.

Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara xwe de diyar kir ku girtina Demîrtaş ne hiquqî, siyasî ye û bi hincetê siyasî hatiye girtin û diyar kir, divê bi awayekî lez Demîrtaş were berdan.

Demîrtaş: Bila gel hêviya xwe xurt bike emê bi serbikevin

Derbarê biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de Selahedîn Demîrtaş li ser hesab xwe yê civakî ev peyam weşand:

Bi vê biryarê careke din derket holê ku ev 6 sale ez û hevêlên xwe derqanûnî, bi armancên siyasî dîl tên girtin. Ev yek bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re jî piştrast bû.

Ev biryar carekî din piştraskir ku bi destê desthilata heyî pergala dadweriyê li Tirkiyê hatiye têk birin.

Ev bi vê biryarê zêde kêfxweş nebûm. Ji ber ku ev derqanûniyên ku niha li ser min tên kirin, di heman demê de li ser 83 mîlyon welatiyê Tirkiyê jî tê kirin.

Rojane girtin, kuştin heye, gel birçiye, lê desthilat ji bo armancên xwe yên siyasî komloyan pêk tîne. Lê hêviya xwe wenda nekin.

Demîrtaş ji bo gelê kurd jî ev bang kir:

“Ez qurbana gelê xwe me. Hûn qet meraq nekin. Roj bi roj hêvîya xwe, yekîtiya xwe xurt bikin. Û bawer bikin, em ê bi ser bikevin. Em li vir in. Hûn jî li vir in”

Herwiha derbarê mijarê de serokê rejîma Tirkiyê Erdogan axivî û diyar kir ku ewê vê biryara dadgeha navdewletî esas negrin.

Demîrtaş, ji 4’ê Mijdara 2016’an ve girtiye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa’yê di biryara xwe ya 20’ê Mijdara 2018’an de jî diyar kiribû ku divê Demîrtaş bê berdan.

Back to top button