TRAJEDIYA LI SER ÊZIDIYAN LI PARLAMENTOYA BRUKSELÊ HAT NÎQAŞKIRIN

Li Parlamentoya paytexta Belçîka Birûkselê, têkildarî trajediya Êzîdî konferansek hate amadekirin.

Beşdarên konferansê diyar kirin, qirkrin didome û gotin divê berpirs li dadgeheke navnetewî werin darizandin.

Konferansa ku ji hêla Kollektîfa Belçîka ya Pêşîlêgirtina Sûcên Qirkirinê û li dijî Înkarê, Women For Justîce, UGAP Europe û Navenda Civaka Yahûdî ya Laîk a Davîd Susskînd ve hatî amadekirin, li Parlamentoya Brûkselê pêk hat.

Ji gelên Ermen, Asûr, Tutsî jî ku hatine qirkirin jî di nav organî zas yonê de hene.

Di konferansê de şahidiyên qirkirinê pir bandor kirin.

Di konferansê de qirkirina li ser Êzîdî, Asûrî, Ermen, Yahûdî, Tutsiyan hate bibîrxistin, travmeyên ku qirkirin bû sedem û têkoşîna dadmeniyê hate vegotin.

Seroka Parlamentoyê Julîe De Groote destpêkê axivî û got,

”Kesî guh neda qirkirina li ser Êzîdiyan.

Nexasim jinên Êzîdî bûne mexdûrê pêşî yên vê qirkirinê.”

Şahidên bûyerê jî axivîn û her kes li ser axaftinên wan matmayî man.

Gerînendeya Komeleya Women for Jûsticeyê Leyla Ferman diyar kir ku îro li Şengalê nêzî 150 hezar Êzidî dijîn.

Ferman got;

“6.417 kes hatine destgîrkirin û ji van kesan 3548 jê jin in.

Piştre hinek hatine rizgarkirin, lê heta niha 1.427 jê jin bi giştî 3833 kes winda ne.”

Ferman diyar kir ku gelek jê jin wan ji 100’î zêdetir kesan guhdar kirine û got;

“Ev kes edaletê dixwazin.

Civaka Êzidî dixwaze dadgeheke navneteweyî pêk were û endamên DAÎŞ’ê di wê dadgehê de werin darizandin.

Leave a Reply

Back to top button