Divê Mesûd Barzanî dawî hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re bîne

Serokê Rûmetê yê ILPS’ê Jose Marîa Sîson û Kordînatora Bingehîn a ICOR’ê Monîka Gaertner-Engel derbarê kiryarên wan ê li hember destketiyên kurdan de name ji PDK’ê û Serokê wê yê giştî Mesûd Barzanî re şandin. Daxwaz jê kirin ku li hemberê şerê navxweyî bisekine nebe hevkarê Tirkiyê.

Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Têkoşîna Navneteweyî ya Gelan Sîson û Koordînatora Bingehîn a Koordînasyona Navneteweyî ya Partî û Rêxistinên Şoreşger Gaertner-Engel, ji Serokê Giştî yê PDK’ê re name şandin.

Di nameyê de bang li PDK’ê û Barzanî hate kirin ku êrişên li dijî PKK’ê tavilê rawestînin.

Sîson û Gaertner-Engel diyar kirin ku ji bo têokşîna civakî û neteweyî ya gelê Kurd wê li asta navneteweyî dest bi hewldanên piştevaniyê bikin.

Di nameyê de hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk ya li dijî civaka Êzîdî û tevgera aizgariya kurd hat şermezar kirin û wiha hat gotin,

“Hûn bi kiryarên xwe şerekî navxweyî yê li nava Kurdan sor dikin, di heman demê de pêşî li pîlanên hikumeta Tirk vedikin ku vê herêmê bi taybetî jî çavkaniyên petrolê yên li derdora Kerkûkê desteser bike.
Bi vî awayî hûn şerekî dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ê li dijî tevgera rizgariyê ya Kurdan amade dikin.”

Di nameyê de êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê tê bibîrxistin û tê gotin di sala 2014’an de li dijî DAIŞ’ê yên ku Êzidî û tevahiya Başûrê Kurdistanê bi fedakariyeke mezin parastin, beriya her kesî hêzên gerîla bûn, û YPG’ê bûn.

Di nameyê de tê diyar kirin, “Tevgera gel, karker û şoreşger a navneteweyî bi serbilindî li kêleka têkoşîna rizgariya civakî û neteweyî ya gelê Kurd disekine.
Ji bo vê jî em ê li qada navneteweyî bikevin nava hewldanên piştevaniyê.”

Di nameyê de bang li PDK’ê tê kirin ku êrîşên xwe yên dijî PKK’ê rawestîne û hêzên xwe ji qadên gerîla û ji sînorê Rojava vekişîne.

Her wiha bang li dewleta Tirk jî tê kirin ku êrîşên xwe yên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê bi dawî bike.

Back to top button