Dadgeriya Erdogan 27 sal ceza rojnamevan Can Dundar birî

Li Tirkiyê zexta li hember rojnamevanan didome.
Dadgeha dewleta Tirk 27 sal 6 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Can Dundar birî.

Can Dundar Gerînendeyê berê yê Rojnameya Cûmhûriyetê ye.

Can Dundar ji ber ku di sala 2015’an de wesayîtên MÎT’ê yên ku çek ji çeteyan re dibirin sûrî deşîfre kir bû hedefa desthilat Erdogan. Neçar ma ji Tirkiyê derkeve derve.

Rûniştina biryarê ya doza Can Dundar îro li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin.

Parêzerên Gerînendeyê berê yê Rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar tevlî rûniştinê bûn û parastina Dundar kirin.

Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê 27 sal 6 meh cezayê girtîgehê li Dundar birî û derbarê wî de biryara girtinê û bultena sor derxist.

Back to top button