Di encama oprasyoneke hêzên Hikûmeta Şamê li herêma Heleb-Hema 5 ji hêzê hikûmetê û 9 jî ji çeteyên DAIŞ hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê oprasyoneke ewlehiyê li herêma Heleb-Hema li dijî çeteyên pêk anî.
Çavdêriyê ragihand ku balafirên Rûsyayê jî di vê operasîyonê de alîkar bûn.
Di encamê de, 5 ji hêzên hikûmetê û 9 ji çeteyên DAIŞ hatin kuştin.
Li aliyekî din, hat ragihandin ku Hêzên Hikûmetê, herêmên El-Enkawî ya Bakur-Rojavayê Hema jî dan ber topan.
Li gundewarê başûrê Idlibê jî vê sibehê hêzên hikûmet û çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hev topbaran kirin.