KJK’Ê: Leyla Guven ji ber doza Azadiya gelan û jinan hat girtin

Koordînasyona KJK’ê û Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê nerazîbûn nîşanî girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dan û diyar kirin ku girtina Leyla Guven rastiya desthiladariyê raxist ber çavan. KJK’ê got:
Leyla Guven ji ber doza azadiya gelan û jinan hate girtin.

 

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê nerazîbûneke tund nîşanî girtina Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven da.

KJK’ê destnîşan kir ku Leyla Guven ji ber ku ji bo azadiya gelan, jinan û mirovayetiyê têkoşiya, hate girtin.

KJK’ê got:

Berxwedana jinên Kurd a li dijî mêtingerî, faşîzm û dewleta Tirk bênavber didome. Israra me ya di jiyana azad de, wê me bigihîne serfiraziyê, ji bo ku sedsala 21’ê bibe sedsala jinan, jinên Kurd pêşengtiyê dikin.

KJK’ê diyar kir ku di kesayeta Leyla Guven de cîhanê careke din dît ku jinên Kurd çawa li ber xwe didin, wê çawa li ber xwe bidin jî wiha anî zimên:

Li dijî faşîzma ku ji ber lawaziya xwe êrişkar bûye, li dijî sîstema bi serweriya mêr emê têkoşîna xwe ya hevpar mezin bikin. Rûyê faşîst, zordar, derewîn, diz ê dewleta Tirk eşkere bûye, li ser bingeha têkoşîna me êdî dawî lê hatiye.

KCK: Girtina Leyla Guven rastiya desthilatdariyê raxist pêş çavan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

KCK’ê diyar kir ku li Tirkiyê ji aliyekî ve ji bo xapandina civakê û cîhanê qala reforman tê kirin, li aliyê din jî bi buhaneyên siyasî siyasetmedar tên girtin.

KCK’ê got:

Girtina Leyla Guven rastiya desthilatdariyê ya li Tirkiyê careke din bi rengekî şênber raxist pêş çavan. Mebesta wan ji reformê derxfistina qanûnên nû yên faşîst e.

KCK’ê da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê li dijî her kesî şerekî taybet dimeşîne û wiha anî ziman:

Leyla Guven ji ber ku xwedî ruhekî azad e û di karên siyasî demokratîk de israr kir, hate girtin. Her kesên li ber polîtîkaya AKP’ê ya dijminatiya li demokrasiyê û li Kurdan radibe, dibe hedefa vê desthilatdariyê.

KCK’ê di dawiyê de bang li jin û ciwanan û tevahiya gelê Kurd kir ku têkoşînê mezin bikin, dawî li faşîzm û tecrîdê bînin.

Back to top button