Kongra Star a Şehbayê girtina Leyla Guven şermezar kir

Kongra Star a navçeya Ehdasê ya Şehbayê biryara girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven şermezar kir û diyar kir ku bi girtina Leyla Guven dixwazin vîna jinê têk bibin.
Her wiha Weqfa jinan jîn, jinên komînîst, Komîsyona Jinê ya KNK’ê û TJA jî bertek nîşan dan û banga mezinkirina berxwedanê kirin. 

Dadgeha Cezayê Giran a 9’an a Amedê 22 sal û 6 meh ceza li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê birî.

Piştî ceza Leyla hate girtin û ew birin Girtîgeha Amedê ya Jinan.

Parêzerên Leyla ji bo serdanê çûn girtîgehê, lê hîn bûn ku Leyla sewqî girtîgehek dinê kirine beyî ku bê zanîn kîjan girtîgehe.

Li seranserî Kurdistanê bertek li dijî girtina Leyla Guven derketin.

Kongira Star a navçeya Ehdasê ya Şehbayê, bi daxuyaniyekê girtina Leyla Guven şermezarkir û ev anîn ziman:

Girtina Leyla Guven berdewamiya komploya li dijî Rêber Ocalan e.

Em piştgiriya xwe bi jinên ku di zindanan û ketine greva birçîbûnê, nîşan didin û emê têkoşîna xwe bidomînin.

Weqfa Jinan Jîn: Girtina Leyla Guven hemû jinên pêşeng dike armanc

Li alîkî din jî Weqfeya Jinan a Jîn biryara girtina Leyla Guven şermezar kir û got:

Ev biryar dijminane ye, di kesayeta Leyla Guven de tevahî jinên Kurd ên pêşeng dike armanc.”

Weqfeyê teqez kir ku ew ê parastina mafên hemû jinên azadîxwaz bidomînin û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dermirovî bêdeng nemînin

Jinên komunîst ên şoreşger: Leyla Guven ne bi tenê ye

Jinên Komunîst ên Şoreşger jî bi heman armancê daxuyaniyeke nivîskî da û got:

Çi dibe bila bibe jin dê doza mafên xwe bernedin.

Divê hemû jin li hember vê biryarê li qadan bin û daxwaza azadiya Leyla Guven bikin.”

KNK’Ê: Rejîma faşîst ji jinên Azad ditirse

Komîsyona Jinê ya KNK’ê bi daxuyaniyekê girtina Leyla Guven şermezar kir û destnîşan kir ku zext û zordarî ji bo wan sedema bilindkirina têkoşînê ye.

KNK’ê diyar kir ku rejîma dîktator ji tevgera jinên azad û rexistina wê ditirse û bi erîşên xwe dixwaze wan tune bike.

KNK’ê teqez kir ku ewê têkoşîn û berxwedana xwe li her qada jiyanê bilindtir bikin.

TJA’YÊ: Wekî Leyla em dibêjin, em li vir in û em naçin derekê

TJA jî bi daxuyaniyekê ragihand ku Leyla siyasetmedar û aktivîsta têkoşîna azadiya jinê ye, Di şexsê Leyla Guven de têkoşîna jinê hedef tê girtin

TJA’yê bang li her kesî kir ku li dijî girtina Leyla Guven helwesta xwe nîşan bide.

Back to top button