”Rûsya ne garantor e, ew dijmin e”

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Muhafezkarên Demokratîk Ekrem Mehşûş diyar kir ku Rûsiya rê daye dewleta Tirk da ku êrîşî Eyn Îsa bike û got, Rûsiya dijminatiya me dike û dijminatiya wê ji ya Tirkiyê zêdetire’.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Muhafezkarên Demokratîk Ekrem Mehşûş têkildarî êrşên li ser Êyn Îsayê ji televizyona me Ronahî tv re axivî.

Ekrem Mehşûş anî ziman ”Ji ber ku Eyn Îsa navenda Rêvberiya Xweser e, dewleta Tirk dixwaze dagir bike.

Mehşûş destnîşan kir ku Rûsiya rê daye dewleta Tirk da ku êrîşî Eyn Îsa bike û wiha got,

“Yên ku dibêjin Rûsiya garantore ew şaş dikin, Rûsiya niha dijminatiya me dike û dijminatiya wê ji ya Tirkiyê zêdetire”.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Muhafezkarên Demokratîk da zanîn ku êrîşên niha li ser Êyn Îsa tên kirin di çarçoveya bazarên di navbera Rûsiya Tirkiyê û hikûmeta Şamê de ne û ev tişt anî ziman:

“Rûsiya, Tirkiyê û Hikûmeta Şamê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bazaran dikin.

Ekrem Mehşûş diyar kir ku Rûsiya dixwaze Eyn Îsayê radestî Hikûmeta Şamê bike û ev yek jî ne raste.

Em ne li dijî wê ne ku artêşa hilûmeta Şamê were parastina sînorê herêmê bike.

Lê heger mijara wan bazar be û li ser hesabê xwîna zarokên me herêman radestî Tirkiyê bikin, wê ev ti carî neyê qebûl kirin.

”Baweriya me bi QSD’ê heye û em piştgiriya wê dikin”

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Muhafezkarên Demokratîk Ekrem Mehşûş bal kişand ser berxwedana ku QSD’ê li Eyn Îsayê dike û diyar kir ku niha QSD’ê li wir parastina herêmê dike.

“Baweriya me bi hêza QSD’ê tê, ji Kobanê bigire û heta bi Reqa û Dêra Zorê rizgar kirin û hîna jî dikarin parastina me bikin”.

Back to top button