Rêxistinên HDP’ê yên Amedê: Daxwaza girtiyan daxwaza meye

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan li girtîgehan û derve, çalakiyên greva birçîbûnê bi biryarek xurt li dar in. Rêxistinên HDP’ê ya Amedê bi daxuyaniyekî berxwedan zîndan silavkir.

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan, ev 27 roj in girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê; di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne.

Ji bo piştgiriya girtiyên di grevê de, li Mexmûrê çalakiya grevê hatiye destpêkirin û di roja 5’an de li dar e.

Rêxistina HDP’ê ya Amedê û hin rêxistinên civakî yên sivîl jî bi daxuyaniyekî piştgiriya daxwazên girtiyên di girevê de kirin û diyar kirin ku daxwazê wan daxwazê me ye.

Back to top button