
Li bajrê Reqayê ji gora komî ya El-Fexîxa derxistina cenazeyan dewam dike.
Tîma Destwerdana Destpêkê ya Reqayê 20 cenazeyên din ji gorê derxistin.
Li gorî xebatkarên tîmê û bijîkê şer’î di nav gorê de zêdetirî 3 hezar cenaze hene.
Tîma Destwerdana Destpêkê ya Reqayê 20 cenaze ji gora gundê El-Fexîxê ya gundewarê başûrê Reqayê derxistin.
Hejmara cenazeyên ku heta niha ji gorê hatine derxistin derdora 180 cenaze ne.
Bijşîkê şer’î Mihemed El-Elî girêdayî mijarê got:
Rojane em xebatên xwe di vê gorê de dimeşînin.
Di nav gorê de hejmara herî mezin a cenazeyan heye û vedigere dema hebûna DAIŞ`ê li Reqayê.”
El-Elî destnîşan kir ku derdora du hezar cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê di vê gorê de hene.
Girêdayî astengiyên ku rastî xebatên wan tê El-Elî ev tişt anî ziman:
“Pêla germê êdî bilind dibe û tûpişk derdikevin, ev jî li pêşiya xebatên me dibe asteng.”