Artêşa Tirk a dagiker careke din gundewarê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê da ber topan.
Duh bi şev artêşa Tirk a dagikrer û çeteyên xwe, gundên Mişêrfe û Cehbel ên ku bi 2 km li rojhilatê Eyn Îsayê, bi çekên giran topbaran kirin.
Di çarçoveya parastina rewa de û li gel temaşkirina Rûsiyaya garanetor, QSD’ê bersiva êrîşan dide.
Berî du rojan jî QSDê ragihandibû ku di êrîşek li gundê Mişêrfe de, 7 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.