Amerîka: Îraniyan bi 21 mûşekan êrîşî balyozxaneya me kir

Balyozxaneya Amrîkî ya li Bexdayê bi gelek mûşekan hat topbarankirin, Amerîka jî Îran bi vê êrîşê tewanbar kir.

Fermandarê Amrîkî yê li devera rojhilata navîn Bêl Orban bi daxuyaniyekê da zanîn ku Îraniyan bi 21 mûşekan balyozxaneya Amrîkî ya li Bexdayê kir armanc.

Orban diyar kir ku zirar tenê gihişt avahiya balyozxaneyê û ti birîndar tinene û teqez kir ku DYA wê Îranê li ser van êrîşan ceza bike.

Back to top button