Li Iraqê 3 serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li Iraqê, di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, 3 serçete hatin kuştin.

Hêzên ewlehiya Iraqê ragihand ku wan li dijî şaneyên DAIŞ’ê, operasiyonek li parêzgeha Diyala ya Rojhilatê Bexdayê, pêk anî.

Di encamê de, serçeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin.

Şaneya ewlehiyê jî diyar kir, di encama êrîşeke asîmanî ya li rêzeciyayên Hemrîn (حمرين) de, 2 serçete hatin kuştin.

Her wiha duh jî li navçeya El-Riyad a li Başûr-Rojavayê parêzgeha Kerkûkê, 4 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn girtin.

Back to top button