Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera Komkujiya Mereşê a 42. da xuyakirin ku armanca Tirkiyê ya vê komkujiyê, qirkirina Kurd û Elewiyên rojavayê Feratê bû. KCK’ê da zanîn ku Tirkiye polîtîkayên xwe yên qirker bi her awayî li dijî Kurd û Elewiyan didomîne û bang li jin û ciwanan kir ku li dijî vê siyaseta qirêj di nava têkoşîn û hevgirtinê de bin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera Komkujiya Mereşê a 19-26 Kanûna 1978’an, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCK’ê da xuyakirin ku Komkujiya Mereşê, armanca Tirkiyê ya qirkirina Kurd û Elewiyan radixe ber çavan .
KCK’ê di daxuyaniyê diyar kir ku yên ku Kurd û Elewiyan dikujin, tên xelatkirin, heta roja îro jî polîtîkaya bêcezahiştinê dewam dike.
Ciwanê Kurd ê Elewî Kemal Kurkut li pêşiya kamereyan hate kuştin, kujerên wî bêceza hatin berdan. Ev yek, nîşaneya şênber a vê polîtîkayê ye.
KCK’ê anî ziman ku li Tirkiyê destûreke bingehîn a fermî, her wiha destûreke bingehîn a veşartî hene ku ya duyem tirkkirina Kurdan û Sunnîkirina Elewiyan armanc digire.
Komkujiya Mereşê jî di çarçoveya Plana Şark Islahatê ya 1926’an de hatiye kirin. Armanca Tirkiyê ya destpêkê, Kurdên Elewî yên rojavayê Ferat û Dersîmê bû.
KCK’ê destnîşan kir ku rojavayê Feratê bi giranî ji Kurd û Elewiyan pêk dihat. Lê bi zext û komkujiyên Tirkiyê, rêjeya şêniyan ji sedî 10 maye.
KCK: Divê Kurd û elewî li dijî desthilata AKP-MHP’ê têkoşînê mezin bikin
KCK’ê bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyê yên qirêj û got:
“Di komkujiya Mereşê de gelek jin, zarok û temenmezin hatin kuştin.
Ne tenê faşîstên MHP’î, beşekî Mereşiyan jî cihê xwe di vê komkujiyê de girtibû.
Ev yek nîşan dide ku faşîzma Tirkiyê civakeke çawa ava afirandiye !!!
Pêwîst e Elewî baş bizanin ku ev dewlet dixwaze wan ji aliyê çand û baweriyê ve qir bike, lewre divê jin, ciwan û kedkar lihevkirina demokrasiyê biafirînin û li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê têkoşînê mezin bikin.”