Rojnameya Der Freitag banga azadiya Rêber Ocalan kir

Sal bi sal daxwaza azadiya Rêber Ocalan li welatê Ewropayê jî zêdetir dibe.
Rojnameyên Almanya û Îtalya yên nav û deng vê heftê bi wêneyên Abdullah Ocalan derketin…
Rojnameya heftane ya Elmanyayê Der Freîtag di hejmara xwe ya vê hefteyê de banga sendîkayên Îngiliz a “Dem hatiye; azadî ji Abdullah Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re” weşand.
Rojnameya Îtalî jî bi manşeta divê OCALAN were berdan derket.

Rojnameya Der Freitag a Elmanî di weşana xwe ya vê heftiyê de, banga ‘Azadî ji Ocalan re’, kir.

Sendîkayên Îngilistanê yê karkeran a bi navê Unite the Union û GMB, ku ji mezintirîn kampaniyên Inglistanê ne, ev demeke bi navê ‘Azadî ji Ocalan re’ kampanyên xwe dimeşîne.

Yek ji rojnameyên heftane yên sereke yên Almanyayê Der Freîtag di hejmara xwe ya vê hefteyê de cih da vê kampanyaya sendîkayan û rûpalek ji wan re veqetand.

Di rojnameyê de, bang bi navê “Dem hatiye: Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re” hate weşandin,

Cotmeha derbasbûyî bangeke bi heman rengî li rojnameya Dîe Tageszeîtungê (TAZ) a Almanyayê de jî hatibû weşandin.

Rojnameya Corriere Della Sera ya Îtalî: Divê Ocalan were berdan

Her wiha Rojnameya Corriere Della Sera ya Îtalî jî bi wêneyekî Rêber Ocalan ku nîvîsa nivîskarê Îtalê Antonîo Ferrarî ku dibêje “Divê Ocalan were berdan” kir manşet.

Rojnamevan, nivîskar Antonîo Ferrarî di çarçoveya kampanya azadî ji bo Ocalan de li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan nivîsek nivîsî bû.

Di nivîsa xwe de diyardike ku dewleta Tirk neheqî li gelê Kurd û Ocalan dike, divê Ocalan were berdan.

Piştî vê nivîsê konsolosê Tirkiyê yê Îtalî bi nameyek rojnameyê bi piştgiriya terorê tawanbar dike.

Rojnameya Îtalî Corriere Della Sera jî îro bi parvekirina wêneyê Ocalan wek manşet li ser rojnameyê bersiv da rayedarên Tirkî û diyar kirin ku ewê rastiyê ragîhînin.

Back to top button