Rûspiyê navçeya Zirganê bêdengiya Rûsyayê şermezar kir

Rûspiyê navçeya Zirganê Şêx Fethî bi tundî êrîşên l iser herêmê şermezar kir û destnîşan kir ku civaka navdewletî û Rûsiya berpisên van êrîşan e.

Ji beriya mehekê ve artêşa Tirk û çeteyên wê bê navber êrîşî Eyn Îsayê dikin û bi hewldana dagirkirinê, asta êrîşan bilindtir kiriye.

Rûspiyê eşîra El-Şêxan a navçeya Zirganê Şêx Fethî derbarê êrîşên dewleta tirk yên li ser herêmê nerazîbûna xwe nîşan da.

Şêx Fethî sedema berdewamkirina van êrîşan bi bêdengiya Rûsyayê ve girêda û diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirkiyê ji van êrîşan koçberkirin û dagirkirina herêmê ye.

Rûspiyê eşîra El-Şêxan Şêx Fethî di dawiyê de, bang li hemû gelên herêmê kir ku hev bigirin û piştgiriya QSD’ê bikin.

Back to top button