Kongreya 3. a PADÊ..Bi beşdarbûna 150 delegeyan pêk hat

3’yemîn kongreya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi beşdarbûna 150 delegeyan hat li darxistin.

Kongre li Komelgeha Digurê ya Şengalê bi dirûşmeya, “Bi ruhê bidawîkirina fermanan emê rêxistina xwe xurt bikin” destpê kir.

Piştî rêzgirtinê, Serokê Giştî yê PADÊ Emer Salih axivî û bibîr xist ku ew wekî partiyek siyasî ya Êzidiyan hertim hewl dane daxwazên gelê Êzidî bînin rojevê, her wiha têkoşîn-kirine ku xweseriya Şengalê were naskirin.

Salih destnîşan kir ku li dijî peymana li ser Şengalê, ew di warê dîplomatîk û pêwendiyan de, hewl didin daxwazên Şengalê ragihînin cihên pêwendîdar.

Piştî axaftinê, rapora xebatê ya 2 salan a PADÊ hat xwendin û nîqaş li ser hat kirin.

Di kongreyê de, bi erêkirina beşdaran, guhertin di rêziknameya partiyê de, hat kirin.

Kongre bi hilbijartinê bi dawî bû.

Back to top button