Çavdêriya Sûrî 240 destdirêjî li ser mal û milkên Efrîniyan belge kir

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di nav vê salê de çeteyan 240 destdirêjî li ser mal û Milkên Efrîniyan pêk anîne.

Sal derbas dibe û her diçe sûcên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrîniyan zêde dibin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan bi raporekê eşkere kir ku di nava sala 2020’an de, 240 destdirêjiyên ku çeteyan li ser mal û milkên Efrîniyan kirine, belge kirin.

Çavdêriyê eşkere kir ku çete gelek mal û dikanên şêniyên bajarên Efrînê û navçeyên wê desteser kirin.

Li gorî raporê, Çileya derbazbûyî, çeteyên bi navê El- Hemzat 5 mal li Taxa Eşrefiyê yê Efrînê destser kirin û her malek bi 650 dolar firotin.

Li heman taxê jî, çeteyan mala şêniyekî destser kir û bi destekdayîna rêxistineke Qeterî veguherand nexweşxaneyekê.

Li navçeya Şiyê, çeteyan malên du şêniyên ku hatine koçberkirin desteser kirin.

Çavdêriyê da zanîn ku çeteyan dest danîn li ser gelek dikanên li navçeya Raco û her dikanek bi 200 dolar firotin.

Çavdêriyê di raporê de diyar kir ku çeteyan bi sedan zevî û darên zeytûnê yên Efrîniyên koçber, desteser kirin.

Her weha bac li ser mewsima zeytûnan ji şêniyên mane standin.

20’ê Mijdarê jî, li navçeya Bilbilê û mabata, çeteyan bi sedan darên zeytûnê yên şêniyan birîn û mewsima daran jî dizîn û talan kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan destnîşan kir ku ev sûcên dermirovî yên çeteyan li ber çavên dewleta Tirk pêk tên.

Back to top button