Etyopya..Di êrîşeke çekdarî de, bêtirî 100 kesî hatin kuştin

Duh li rojavayê Etyopyayê, di encama êrîşeke çekdarî de, bêhtirî 100 kesî hatin kuştin.

Komîteya Etyopya ya mafên mirovan diyar kir ku êrîş li herêma Benî Şenqûl Comiz li rojavayê welêt pêk hat.

Piştî vê êrîşê, serokwezîrê Etyopyayê Abî Ehmed ragihand ku wan hêzek mezin şandine herêmê.

Ahmed di peyama li ser hesabê xwe yê facebook weşandî de diyar kir ku di demek herî kin de wê ewlekariya li herêmê misoger bikin.

Her wiha duh desthilatdariya Etyopyayê, çend berpirsyarên herêma Benî Şenqûl Comiz, bi tawana ku tiliya wan di tundiya li herêmê de heye, girtin.

Di daxuyaniya hikumetê de hat eşkerekirin ku di nav kesên hatine girtin de, wezîrê berê yê kar û barên civakî Tomas koy jî heye.

Hikumetê diyar kir ku kesên hatine girtin, tiliya wan di bûyerên kuştinê li vê herêmê de heye.

14 Mijdara borî jî, di encama êrîşa komeke çedar de, 34 kes hatibûn kuştin.

Back to top button