Ji ber zexta Rûsya û beşek ji welatên Afrîka, Konseya Parastinê ya NY piştî salên dirên yên şerê navxweyî biryar da ku hêza aştiyê ji herêmê bi paşde vekişîne.
Li gorî biryarê, Sûdan a ku di nava zuhabûn û şerê navxweyî re digevize, wê NY jî hêzên xwe ji herêmê vekişîne
Tê gotin, bi qasî 6 hezar leşker û bi polîsan re jî hezar û 500 xebatkar wê piştî 31’ê Kanûna 2020’an êdî bi fermî kar nekin.
Di dengdana li Konseya Parastinê ya NY hate kirin de, Hikumeta leşkerî-sivîl ya Sûdanê, Rûsya, Nîjerya, Afrîka Başûr, Tunis û çend welatên din zext kirin ku NY hêzên xwe yên aştiyê ji herêmê vekişîne.
Çûyîna hêzên Yekîneya NY ya li Darfur ya Afîrka ji bo Sûdanê, 2007’an despê kiribû.
Almanya: Rewşa li Sûdanê metirsîdare, hêza aştiyê divê bimêne
Li aliyekê din, balyozê Alman yê li NY Christoph Heusgen û hinek welatên rojava ji biryara derketî nerehetin.
Alî dibêjin, rewşa metirsîdar ya li herêmê didome û di vê hêzên aştiyê li herêmê bimênin.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî ragihand ku hêzên wan wê heta 30 Hezîrana bê, bi temamî ji herêmê vekişin.