Wezîrên Derve yên Rûsya û Tirkiye wê bicivin

Wezîrên Karê Derve yê Tirkiye û Rûsya wê ji bo nîqaşkirina rewşa heyî û peywendiyên dualî wê bicivin.

Li gorî nûçeya ku ajansa fermî ya dewleta Tirk ku sipartî çavkaniyên ji hikumetê, civîn wê di navebra Wezîrên Karê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu û hempîşeyê wî yê Rûs Sergey Lavro de pêk were.

Di civîn wê 29’ê Kanûnê li Soçî ya Rûsya pêk were.

Alî wê têkildarî rewşa dualî ya heyî û mijarên herêmî biaxivin.

Balkêşe ku civîn piştî DYA ceza li Tirkiyê ferzkirin pêk tê.

Di civîna Kongresa DYA de ji ber kirîna dewleta tirk ji Sîstema Parastinê ya S-400’a Rûsya biryara cezakirina wê hatibû dayîn.

Rûsya li dijî vê bertek nîşan dabû.

Back to top button