Ji Amarîka bû Riyadê bi bihayê 475 milyon dolar moşekên nûjen

Amerîka bi bihayê 478 milyon dolar dixwaze çekên moşekên hewad-bejahî bifiroşe Erebîstana Siûdî.
Vê yekê jî dixwaze bi rêya “Frotina Taybet ya Rasterast” pêk bîne.

Li gorî nûçeya malpera Bloomberg ya spartî çavkaniyên taybet yên ji rêveberiya Amerîka, wezareta derve dixwaze bi bihayê 478 milyon dolar 7 hezar û 500 parçeyên moşekan bifirûşe Riyadê.

Wezeretê danezana vê yekê pêşkêşî kongreyê kiriye.

Di nûçeyê de hatiye gotin, ev çek ji yên herî nûjen yên xwedî taybetmendiya lazerê ya ji cureya “”Paveway IV”.

2015’an jî Amerîka ji heman curên moşekan bi qasî 8 hezar firotibûn Erebîstina Siûdî.

Sala derbasbûyî Wezareta Derve ya Amerîka bi qasî 8,1 milyar dolar biryara firotina çekan dabû Riyadê û îdia kiribû ku 1,5 milyar dolar ji bo moşekên navborî ye.

Meha derbasbûyî di herdu beşên kongreyê de ji bo pêşniyara firotina balefirên F-35 ji bo Erebîstana Siûdî û Îmaratê ronahiya kesk hatibû pêxistin.

Back to top button