Li parzemîna Ewropa yekem derziya li dijî Corona li Swîsre hate lêdan

Li parzemîna Ewropa yekemîn derziya li dijî vîrûsa Corona li Swîsre hate lêdan.

Derziya yekem li bajarê Zûrîh yê kantona Lucerne ya dikeve bakur-rojhilatê Swîsreyê li jineke temenê xwe 90 salî hate dayîn.

Saziya Tenduristiyê ya Swîsteyê beriya 4 rojan bikaranîna derziya Pfizer-BioNTech ya li dijî vîrûsê erê kiribû.

Derzî bê pere li şêniyan tê dayîn.

Li gorî daxuyaniyên rêveberên welat bi qasî 107 hezar derzî hatine standin û bi rêya artêşê li kantonên welat hatine belavkirin.

Li Swîsreya ku xwedî 8,6 milyon şêniye, heta niha 420 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 7 hezar kes mirine.

Her wiha li welat ji şirketên cuda yên derziya li dijî vîrûsê çêkirî, nêzî 16 milyon derzî kiriye.

Di vê navberê de, vîrûsa corona li Ewropa bilez berlav dibû û di nava 2 mehên dawiyê de, jimara kesên ji ber vîrûsê mirine 500 hezar derbas kir.

Li îngilistanê metirsiya vîrûsê paytext di nava bêdengiyê de hiştiye

Li paytexta Îngilistan Londonê bêdengiyek ya mirinê heye.

Li welat ku vîrûsê mûtasyon derbasî kir, di qada navnetewî de li hemberî vê tevdîr zêde bûn.

Bi dehan welatî çûyîn û hatina ji bo Îngilistanê rawestandiye.

Li DYA heta niha zêdeyî 1 milyon kes hatine derzîkirin

Di vê navberê de li DYA jî heta niha 1 milyon kes derzî lê hatiye dayîn.

Hinek dikarî betaya wê jî biherikêne.

Back to top button