Mass: Biryara girtina Can Dundar ji bo rojnamevanên li Tirkiyê darbe ye

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Mass li ser biryara dadgeha tirkiyê ya dayîna cezayê girtinê li rojnamevan Can Dundar bertek nîşan da û got,
Ev darbeyeke girane ku li rojnamevanan hate xistin.

Heiko Mass bi rêya hesabê xwe yê twitterê li dijî biyara cezayê girtina 27 sal û 6 meh ji bo rojnamevan Can Dundar bertek nîşan da.

Mass diyar kir ku azadiya çapemeniyê “mafeke rawa ye” û got,

Rojnamevan ji bo civakê xebateke ku dest jê nayê berdane.

Bi taybet li ser deshilatê temeşakirinek xwe ya rexnewarî heye.

Serokwezîrê Alman careke din Peymana Mafê Mirovan ya Ewropayê bibîra Tirkiyê xist û xwest Enqere li gorî peymanê tev bigere.

Her wiha bi vê nêrîna xwe Almanya daxwaza radestkirina Can Dundar a ji bo Tirkiyê jî eşkere kir.

Serokê ragihandina serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun piştî biryara Almanya li ser hesabê xwe yê twitterê bertek nîşanda û Dundar bi terorîst û sixurî binav kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Can Dundar ê Gerînendeyê berê yê Rojnameya Cûmhûriyetê, ji ber 2015’an, erebeyên MÎT’ê yên çek ji çeteyan re dibirin Sûriyê belge kirin, bû armanca desthilata faşîst a Erdogan.

Back to top button