Birîtanya û YE ji bo pêvajoya piştî brexit li ser mijara aboriyê nêzî lihevkirin bûn

Piştî pêvajoya derketina Birîtanya ya ji YE yê di nava aliyan de danustandinên qonaxa piştî derketinê tê nîqaşkirin.
Li ser mijara bazirganiyê alî heta astekê gihane lihevkirinê.

Piştî hevdîtina serokwezîrê Birîtanya Boris Johnson ya bi Seroka Komisyona Ewropa Ursula von der Leyen re tê payîn lihevkirin were ragihandin.

Li gorî nûçeya di malpera The Guardian de ragihand ku beriya derketina Birîtanya ya 31’ê Kanûnê ji YE aliyan di mijara bazirganiyê de nêzî lihevkirinê bûne.

Johnson li ser mijarê bi Von der Leyen re peywendiyek telefonî pêk anî.

Divê alî di despêka sala 2021’an de li ser peymanên heyî lihev bikin û li gorî wê êdî tevger bikin.

Di rewşeke dijber de wê baca navbera hinarde û derhanînê de were zêdekirin.

Ev yek jî wê raste rast bandorê li ser bihayê pêwistiyên jiyanê bike.

Alî ev demek dirêje ji bo ev rewş ji holê rabe, hevdîtinan pêk tînin.

Back to top button