Tevgera Jinên Azad li Silopyayê banga yekîtiyê kir

Jin li Silopiyayê ji bo yekîtiya netewî hatin ba hev
Jinên ji bo yekîtiya netewî pêk bê li Silopiyayê hatin ba hev, got: “Em nebin yek em ê hemû winda bikin.”

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî yekitiya neteweyî ya Kurd li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Navçeya Silopiya Şirnexê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Jinan berê daxuyaniyê govend gerandin, dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî aştî”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bijî Serok”, “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.

Di daxuyaniya dorpêça polîsan de hat dayîn pankartên “Em Jin Şer Naxwazin, Yekitiya Neteweyî Dixwazin, bimre xiyanet”, “Kurdno bibin yek” û “Kurdistan yek e” hatin rakirin.

Ayşe Gokkan: Em nebin yek em ê hemû wenda bikin

Di daxuyaniyê de Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan dorpêça polîsan şermezar kir û got:
Ev dorpêç nîşaneya rejîma AKP-MHP’ê ye. Gokkan anî ziman ku ji bo yekitiya netweyî îro hatine cem hev, kurd li her derê li ber xwe didin.

Ayşe Gokkan bang rayêdarên kurdan kirin ku bibin yek,

Back to top button