IMF: em nikarin Lubnanê ji aloziyê xelas bikin

Gerînendeyê Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF) piştrast kir ku ew nikare Lubnanê ji aloziyê xilas bike û destnîşan kir ku li gel aloziya avakirina hikumeta Lubnanê, rewşa aborî ya welêt gelekî dijwar e.
Li aliyê din bi sedhezaran koçberên Sûrî yên li welat jî di nava zehmetiyek zêde de ne.
Ya ku diyar dike ewe krîza aborî ya heyî herî zêde bandora xwe li wan kiriye.

Lubnan ya ku di nava krîza aborî û siyasî de ye, rewşa xwe ber bi aloziyê ve diçe.

Herî dawî Fona Div-ravî ya Navnetewî (IMF) ragihand ku ew jî êdî nikarin Lubnanê xelas bikin.

Gerînendeyê IMF’ê û nûnerê koma erebî Mehmûd Mihîdîn got:

Pêwîstiya aloziyan bi komeke hevgirtî ji bo dîtina çareseriyan heye.

Gelek çareseriyên navendî ji hêla wan dewletan ve tê xwestin.”

Mihîdîn di axaftina xwe ya li gel kanala ON a Misirê de ev tişt anî ziman:

“Dema em behsa başbûna aloziya aborî ya cîhanê û hêviya derketina aşleyan dikin, lê hinek alozî li hinek dewletan, pêwîstiya wê bi çareseriyên navendî hene.”

Mihîdîn bi bîr xist ku kilîta çareseriya aloziya Lubnanê, lihevkirina siyasî, hikumeteke jêhatî û piştgiriya parlamentoyê ye.

Beyî wê jî ti aliyek mîna IMF nikare Lubnanê ji vê aloziyê xilas bike.

Bêyî hikumetekê, sindoq nikare aloziyê çareser bike.

Ji ber ku divê hikumetek hebe da ku pê re bide û bistîne û hevpeymanan pêk bîne.

Bisedhezaran koçberên Sûrî yên li Lubnanê di nava zehmetiyan de ne

Di vê navberê de rewşa koçberên Sûrî yên li welat her roja diçe xerabtir dibe.

Bi hatina demsala zivistnaê re, koçberên li bakur-rojavayê paytext Beyrûtê di nava zehmetiyan de ne.

Li gorî bizîşkên Sînornenas 150 hezar koçberên li kampan dimînin ji pêwistiyên jiyanî bêparin.

Back to top button