PYD’ê li Libnanê girtina Leyla Guven şermezar kir

Endamên meclisa PYD’ê ya Libnanê bi daxuyaniyekê, girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven şermezar kir.

Di daxuyaniyê de PYD’ê destnîşan kir ku “Rejîma dîktator ji tevgera jinan û jinên azad ên rêxistinkirî ditirse, ji ber vê yekê êrîşên tund li dijî wan pêk tîne.”

PYD’ê bi bîr xist ku Leyla Guven bi salan e di nava têkoşînê de ye û li hemberî gefên rejîma faşîst û êrîşên wê li ber xwe dide.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikumeta desthilat bi rêbazên tunekirina destkeftiyên gelên têkoşer û çand û baweriya wan, wê nekaribe vîna gelan li Tirkiye û derveyî wê têk bibe.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 21’ê Kanûnê ji aliyê hikumeta faşîst AKP’ê ve hat girtin.

Back to top button