Şandeyek Belçîkî serdana herêmê kir û zarokek wergirt

Şandeyeke Belçîkî bi rayedarên Rêveberiya Xweser re hevdîtinek pêk anî û zarokekî malbatên DAIŞ’ê wergirt.
Şandeyê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk li herêmê soza kar û xebatê da û her wiha anî ziman ku ew ê piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.

Şandeyeke Belçîkî, ku Çarşemê li herêmê bû, soz da ku ew ê piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û êrîşên Tirkiyê rawestînin.

Şande ji balyozê wê yê li Ammanê Cowen Steffenner û gerînendeyê Hevpar ê alîkariya balyozxaneyê Johan Cassir pêk dihat û bi nûnerên Buroya Têkiliyên derve re civiya.

Der barê vê rûniştinê de, Cîgirê Hevserokatiya buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener El-Giêt axivî û got:

Ev serdan hemwextî êrîşên dewleta Tirk yên rojan li ser Eyn Îsayê pêk hat, lewma êrîşên dagirkeriyê mijara sereke ya hevdîtinê bû.

Me behsa bandora êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên domdar li herêmên Bakur û Rojhilstê Sûrî kir.

Her wiha xeteriya gefên wê jî me anî ziman.

Li gel van êrîşan jî, me rewşa kampa Holê ya malbatên DAIŞ’iyan jî nîqaş kir.

Li gorî Fener, şandeya Belçîkî soza rawestandina êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê û piştgiriya Rêveberiya Xweser da.

Ev ne serdana yekemîne ji Belçîka re, gelek caran serdan pêk aniye û haya wê ji rewşa herêmê bi giştî heye.

Lewma şandeyê soza da ku ew rastiya herêmê ji hemû aliyan ve, ji hikûmeta xwe re ragihîne.

Da hikumeta Belçîka bi rola guncaw rabe û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me rawestîne.

Her wiha piştgiriya Rêveberiya Xweser bike.

Serdana şandeyê, bi wergirtina zarokekî 9 salî yê Belçîkîku di Kampa Holê de bû, bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye, ev cara 3 e ku şande ji hikumeta Belçîkayê tên herêmê.

Back to top button