Li Îraqê 2 DAIŞ’î hatin kuştin û 13 hatin girtin

Li Îraqê, 13 çeteyên DAIŞ’ê, di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, hatin girtin.

Ajansa Istixbaratî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgeha Enbarê, hêzên ewlehiyê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyoneke pêk anî.

Di encamê de, 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û dest li ser derdora 49 mûşkên ku ji bo êrîşan hatibûn amedekirin, hat kirin.

Duh li parêzgeha Kerkûkê jî, di encama operasyoneke Istixbaratî de, 2 çeteyên DAIŞ’ê, hatin kuştin.

Back to top button