TEV-DEM û KNK cejna Noelê pîroz kir

Bi boneya cejna Noelê û nêzîkbûna sersalê, TEV-DEM’ê peyameke pîrozbahiyê da û cejin li hemû Xirstiyanan pîroz kir.

Di peyama xwe de TEV-DEM ev cejin pîroz kir û hêvî kir ku ev roj ji bo geşkirina biratiya gelan, pêşketina diyalogê û têkbirina hemû hewldanên tevliheviyê di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bibe derfetek.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî peyamek bi heman boneyê da û bi bîr xist “Cejna Noelê nêzî 2000 salan e li Kurdistanê tê pîrozkirin û li welêt bûye cejneke sereke. ”

KNK an ziman ku “Rojabûyîna Îsa Mesîh di cîhana Mesîhiyê de rojeke pîroz e û cejn li Xiristiyanên Kurdistanê û li hemû Xirstiyanan pîroz kir.

Back to top button