Ehmed Şêxo: Tirkiyê çeteyan dişîne Heftenînê

Hevserokê meclisa PYD’ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk ji bo derxistina nakokiyan, çeteyan dişîne Heftenîn a Başûrê Kurdistanê.
Şêxo destnîşan kir ku tevgera dewleta Tirk li Başûr, rasterast serweriya Iraqê binpê dike û ew bi hewldana pêkanîna bloka Îslama Selefî li herêmê bi nav kir.

Hevserokê Meclisa PYD a herêma Firatê Ehmed Şêxo piştrast kir ku Tirkiye çeteyan dişîne herêma Heftenînê..

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk plan dike piştî Lîbya û Qerebaxê, çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanê yên bermahiyên El-Nusra û DAIŞ’ê ne, li Heftanînê bi cih bike.

Li gorî çavkaniyên pê bawer, dewleta Tirk bi rêya şandina van çeteyan, plan dike li Başûrê Kurdistanê herêmekê li ser sînor bi qasî 8-14 km dagir bike.

Hevserokê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokrat/PYD a herêma Firatê Ehmed Şêxo ji Ajansa Nûçeyan ANHAyê re axivî û armanca dewleta Tirk ji vê yekê jî, kûrkirina aloziyê û avakirina komên tundrew mîna yên li Sûriyê destnîşan kir.

Şêxo dibîne ku dewleta Tirk niha hewl dide nexşeya nû ya dewleta Osmanî deyîne û destwerdanên li kar û barên tevahî dewletên li Rojhilatê Navîn berfireh bike.

Li gorî hevserokê meclisê, dewleta Tirk bi vê, serwerî û mafên cîran an jî peymanên navneteweyî yên exlaqî binpê dike.

Hevserokê PYD’ê yê herêma Firatê Ehmed Şêxo bang kir ku divê gel ji van hewldanan hişyar be, ji ber çi nakokiyên hene, dewleta Tirk li paş wan e.

Back to top button