MSD cejna Noelê pîroz kir

Bi boneya cejna Noel û nêzîkbûna sersalê, Meclisa Sûriyeya Demoqratîk MSD’ê bi peyamekê cejn li hemû Xiristiyanan pîroz kir.

MSD’ê bi vê boneyê hêviya aramî û aştiyê ji tevahî cîhanê re xwest û eşkere kir ” Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di jiyana hevpar, hevgirtina pêkhate û aramiyê de nimûne ne.”

MSD’ê tekez kir “Ew ê heta dawî hemû rêgezên bihevre-jiyînê biparêzin û bigihêjin Sûriyeke ku hemû Sûriyan bêyî cudahî bihewîne, têbikoşîn.”

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê jî bi peyamekî Cejna Noelê ya civata Xiristiyan pîroz kir û diyar kir ku ev roj bibe wesileya aramî û aşitiya Rojhilata Navîn

Back to top button