Gireva birçîbûnê ya zîndanan di roja 29. de didome

Ji bo dawî-anîna tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja 29’emîn de ye. Rêveberiya Girtîgeha Girtî ya Antalyayê 11 roj cezayê hucreyê da girtiyên grêva birçîbûnê. Li Mexmûrê jî çalakiya greva birçîbûnê didome.

Çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de dewam dike.

Çalakî di roja 29’an de bi koma 6’an lidare.

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Amedê diyar kirin ku heta encamê werbigirin wê li ber xwe bidin.

Girtiyan bang li gel kirin ku xwedeî li çalakiya wan derkevin.

Her wiha li Girtîgeha navçeya Tarsûs a Mersînê jî girtiyê nexweş Hadî Elçîçek 2 girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Kesên ku dikevin grevê de cezayê hucreyê li wan tê birîn

Rêveberiya Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Antalyayê jî bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê kirine” lêpirsîn li ser girtiyên greva birçîbûnê vekir.

Rêveberiyê 11 roj cezayê hucreyê da çalakgerên greva birçîbûnê.

Rêveberiya girtîgehê sedema vê yekê jî bi nameya ku girtiyan ji ajansa Jin Newsê re şandin û rewşa xwe vegotîn ve girê da.

Girtiyan diyar kirin name bi derengî dikevin destê wan, danûstandina wan tê astengkirin.

Her wiha gotin ”kovar û pirtûkan nadin me, Rêveberiya gritîgehê qedexe kiriye ku bi kargoyê kovar ji me re werin şandin”.

Çalakiya li Mexmûrê di roja 8’an de ye

Li aliyekî din jî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo piştgiriya girtiyên di zindanan de jî li dar in.

Di vê çarçoveyê de çalakiya li wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di roja 8’an de ye.

Koma çaremîn a grevê ji endamên Tevgera Jinên Ciwan pêk tê.

Tê payîn ku wê sibe çalakiya greva birçîbûnê radestî nûnerên saziyên wargehê were kirin.

”Xwedî li girtiyên zindanan derkevin”

Çalakvanên ciwan yên jin ên di grevê de bang li jinên ciwan kirin ku xwedî li girtiyên zindanan derbikevin.

Back to top button