ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 101’AN DE YE

Çalakiyên greva birçîbûnê li başurê Kurdistanê berdewam dikin.
Çalakiya Nais Yagiz di roja xwe ya 101’ê de ye.
Her wiha berxwedana endama Meclisa Iştar ya Mexmûrê Fedîlê Tok di roja 41’ê de didome.

Li başurê Kurdistanê çalakiyên greva biçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan berdewamin.

Çalakiya Endamê nûnertiya HDP’ê ya li Başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 101’ê de ye.

Nasir Yagiz tevî rewşa wî ya giran dîsa bi israre ku çalakiya xwe bidomîne.

FEDÎLA TOK BI ŞANDEYA MEXMÛRÊ RE SERDANA YAGIZ KIR

Şandeyek ji Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya Fedîle Tok serdana Nûnertiya HDP’ê kir.

Fedîle Tok li ser navê şandeyê desteyek gulên Nêrgiz pêşkêşî Nasir Yagiz kir.

Nasir jî kêfxweşiya xwe ji bo şandeya Mexmûrê diyar kir û spasiya wan kir.

Fedîle û Nasir bi rêya torên civakî peywendiyek bi dîmen bi Leyla Guven re çêkirin.

Leyla Guven bi rêya peywendiya li gel Yagiz û Tok de got:

“Baweriya me pir xurte û emê 8’ê Adar û 21’ê Adarê bi çoşek mezin pêşwazî bikin.

Em ê Rêber Apo azad bikîn. Berxwedan jiyan e”.

Endama Meclîsa Îştar a Mexmurê Fadîle Tok jî got:

Ez pir kêşxweşim ku ez bi were vê dîlanê digerînim û bi were rêhevaltiyê dikim.

ŞANDEYA TAJÊ SERDANA ÇALAKGERÊN MEXMÛRÊ KIR

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Silêmanî jî di roja 78’an de dewam dike.

Yek ji çalakvanên grevê yên koma 38’emîn ku niha çalakî dewrgirtine Şêx Mihemed Bestê ye.

Temenê wî 54 sal e. Bi salane karê wêjeyî dike û helbestan dinivîse.

Şêx Mihemed têkildarî beşdarbûna xwe ya greva birçîbûnê wiha axivî:

Beşdarbûna me ji Binarê Qendîl û deverên cûda yên Kurdistanê peyamek aşkere ye.

Nîşaneya yekitiya li hemberî êrîş û dagirkeriyane.

Leave a Reply

Back to top button