TAJÊ: Em hemû Leyla Guven û hevalbendê wê ne

Kordînasyona Tevgera Jinên Êzidî-TAJÊ ragihand ku Leyla Guven sembola berxwedaniya jina Kurd e û di heman wextê de dilsoz û şopdarê felsefa û fikirê Rêber Apo ye.

TAJÊ, bi daxuyaniyekî girtina Hevseroka Kongrya Civaka Demokratîk-KCD’ê Leyla Gûven şermezar kir û got:

Leyla Gûven ne tenê ji bo jina Kurd ji bo hemu jinên cihanê li hember cînsparêzî, ne wekhevî û ne dadweriya dewlet û mêran têkoşiya, berxweda û li pirskirêkên jinan û civakê xwedî derket.

TAJÊ diyar ki ku Guven bi sekn û xebata xwe ve ji bo hemu jinan bu çavkaniya bawerî, wêrektî û moralek pir mezin.

Em hemû Leyla Guven û hevalbendên wê ne.

Dadgeha Cezayê Giran a Amedê roja duşemê 22 sal û 3 meh ceza li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Leyla Guvenê birî. Bi awayekî lez û bez li ser mala ku Leyla Gûven lê dima de girt û wê şand girtîgeha jinan a Xarpêtê.

Back to top button