Artêşa Îsraîlî deverine Xezzayê bombebaran kirin

Vê sibê, artêşa Îsraîlî bi mûşekan êrîşî hinek deverên Xezzayê kir.

Artêşa Îsraîlê bi daxuaniyekê ragihand ku, Înê 2 mûşek ji aliyê Xezzayê ve hatin berdan û parastina wan ew mûşek anîn xwarê û weke bersiv wan ev êrîş pêk anî.

Li gorî agahiyan, artêşa Îsraîlî devereke berhemdayîna mûşekan û devereke din a leşkerî ya Tevgera Hemasê kirin armanc.

Ev zedeyî mehekê ye, ti êrîş ji aliyê Xezzayê ve pêk nehatibû.

Back to top button