ŞERVANÊN QSD’Ê ZAROKÊ ÊZIDÎ CELÎL XELÎL RIZGAR KIR

Şervanên QSD’ê duh nêzî hezar sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji gundê Baxozê rizgar kirin.
Di nava wan de zarokê Êzdî bi navê Celîl Xelîl hebû.

Zarokê bi navê Celîl Xelîl yê 15 salî ji gundê Werdiye yê girêdayî Şengalê ye.

Çeteyên DAIŞ’ê di êrîşên sala 2014`an de ji Şengalê bi hezaran êzdî revandin.

Di wê demê de jî Celîl 10 salî bû.

Li gorî Celîl Xelîl dibêje çeteyên DAIŞ`ê ew bi xwe re anîn Sûriyê.

Şervanên QSD`ê wê Celîl radestî Mala Êzidiyan bikin da ku wî bişînîn Şengalê.

Her wiha şervanên QSD’ê 13 zarokên din yên Êzdî rizgarkirin û niha li mala Êzdîyan ya li bajarê Hesekê dimînin û li benda derbaskirinê ne.

Leave a Reply

Back to top button