Efxanistan..3 teqînan rû da,2 polîs hatin kuştin

Li Efxanistanê, 2 kes di encama 3 teqînên cuda li Kabûla paytext de hatin kuştin.

Berdevkê Hêzên Ewlehiya Efxanî ragihand ku îro 3 teqînên cihê li paytextê rû dan û di encamê de, 2 xebatkarên ewlehiyê hatin kuştin û gelek xebatkar û sivîl birîndar bûn.

Lê li gorî berdevkê hêzên ewlehiyê, teqîna 3 ti ziyanên wê yên madî û canî tune bûn.

Heta niha jî ti aliyî ev teqîn negirtin ser xwe.

Back to top button