
Li Amerîkayê, di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de, 3 kes hatin kuştin.
Roja Înê li bajarê Nashville ê Wilayeta Tennessee ya Amerîkî teqînek mezin pêk hat.
Di encama teqînê de, herî kêm 3 kes hatin kuştin û jimarek jî birîndar bû.
Her wiha zirarên madî gihiştin mal û milkên xelkên deverê.
Li gorî agahiyên ragihandinê, polîsan piştî teqînê yekser cihê bûyerê dorpêç kir û dest bi lêpirsînê kir.
Polîsa bajêr diyar kir ku dibe ev teqîn bi awayekî plankirî hatibe kirin.