PADÊ banga hilweşandina lihevkirina li ser Şengalê kir

PADÊ derbarê lidarxistina kongreya xwe ya sêyemîn daxuyaniyek belav kir û tê de banga helweşandina lihevkirina li ser Şengalê kir. 

Partiya Azadiya Demokratîk a Êzdîxanê (PADÊ) a Şengalê di daxuyaniya xwe de got:

Divê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê werin rawestandin û hemû komkujî weke jenosîd bên nasîn.

Divê Şengal weke parêzgeheke nenavendî û girêdayî hikûmeta navendî were diyarkirin.

Divê mafê Êzidiyan were parastin. Her wiha nabe aliyê ku Şengal parastine, bibin armanc.

Derbarê penaberên ku dixwazin vegerin Şengalê jî, PADÊ anî ziman ku divê asankarî were kirin.

PADÊ her wiha banga avakirina dadgeheke taybet bo hemû kesên bûne sedema ku DAIŞ Şengalê bigire, kir.

PADê di dawiyê de jî daxwaza komîteyekê ji bo avakirina herêmê kir.

Back to top button