Artêşa Lîbî 33 dîl li beramberî 15 yên Wîfaqê pev guhertin

Li Lîbyayê, di navbera Artêşa Niştimanî û Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî de pevguhertina dîlan pêk hat.

Di bin siya Komîteya Leşkerî ya Hevbeş de, Artêşa Niştimanî 33 dîl li beramberî 15 dîlên Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî li herêma Şiwêrif a başur-rojavayê welêt, pev guhertin.

Ji bo hêsankirina vê yekê jî, dê rêya beravî were vekirin.

Şandeya NY ya li Lîbyayê, kêfxweşiya xwe bi vê pevguhertina ku bi alîkariya rûsipî û zanayan pêk hat, anî ziman.

Şandeyê destnîşan kir jî ku divê herdu alî peymana agirbestê ya di 23 Cotmehê de jî hatiye ragihandin, pêk bînin.

Back to top button