Şengalî careke din daketin qadan

Şêniyên Şengalê li dijî peymana dagirkirina Şengalê ya di navbera PDK’ê û Iraqê de careke din meşiyan.

Di meşê de sloganên, ‘Em hemû asayîş in’ berz kirin.

Xelkên Şengalê di meşê de diyar kirin ku ew piştgiriyê didin Asayîşa Êzidîxanê û saziyên Şengalê.

Di meşê de leşkerên Iraqê xwestin astengiyê çêbikin.

Lê Şengaliyan astengî nas nekirin û çalakiya xwe bi slogana ‘Hun nikarin îradeya me bişkênin’ berdewam kirin.

Her wiha çalakiya kon ya ku xelkên Şengalê ji bo parastina Asayîşa xwe dane destpêkirin jî di roja 25’emîn de didome.

Back to top button