Li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê di encama teqîna mayînekê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.
Mayîna ku bi ciwanê bi navê Suhêl Yusif El-Ehmed El-Temir de teqiya li rex Navenda Dibistanan a li nêzî çerxeriya Hesîsa hatibû çandin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, Suhêl ê 20 salî li nêzî mayînê dimeşiya û di encamê de mayîn diteqe.
Hêzên bêbandorkirina mayînan bi lez çûn cihê teqînê.
Aliyên nenas beriya 3 rojan jî erebeya serokê Meclisa Gel a gundê Kebir teqandibû û di encamê de serokê meclisê hat kuştin.