KJK: EM Ê 8’Ê ADARÊ BI COŞEKE MEZIN PÊŞWAZÎ BIKIN

Koordînasyona KJK’ê bi boneya nêzbûna 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî daxuyaniyek da û ev roj li tevahî jinan pîroz kir.
Koordînasyonê bang li hemê jinan kir ku îsal bi slogana ‘berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike’ li qadan bin.

Koordînasyona KJK’ê li ser 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Jin 8’ê Adara 2019’an bi berxwedaneke mezin pêşwazî dikin. Danaheviya dîrokî ya têkoşîna xwe ya bi salan dikin yek û berxwedana xwe mezin dikin. Jinên Kurd, wê têkoşîna xwe ya ji bo paşeroja azad a jinan û gelan bi dayina berdêlên giran dimeşînin, di 8’ê Adarê de bigihînin asta herî bilind.”

KJK’ê destnîşan kir ku bi dehan jin bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dora Rêber Ocalan li hev civiyane û bi silogana ‘Em ê tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin’ banga berxwedanê dikin.

Koordînasyona KJK’ê guven , berxwedêrên greva birçîbûnê hemû silav kir û 8’ê Adarê li wan pîroz kir.

KJK’ê diyar kir ku bi îdeolojiya Rêber Ocalan , jinên Kurd sîstema konfederal a jinê li Rojhilat, Rojava, Başûrê Kurdistanê

û derveyî welat bi rêxistin dikin û pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya gel re dikin.

KJK’ê bal kişand li ser kirinên desthildariya faşîsta a AKP-MHP’ê ya li ser jinan û wiha dewam kir:

Jinên Kurd ên ku DAÎŞ têk birin, wê faşîzma AKP-MHP’ê jî têk bibin û biharê ji jinan û gelan re bînin. Berxwedana jinê, sekna wê ya azadiyê û têkoşîna wê ya gerdûnî, wê cîhaneke azad, demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê biafirîne û sîstema baviksalarî hilweşîne.

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniya xwe bi banga hemû jin 8’ê Adarê bi silogana ‘berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike’ li qadan bin bi dawî kir.

Leave a Reply

Back to top button